CîhanNûçeRojhilatanavin

Dijberîya Sênaya Amerîkayê himber şerxwazîya Trump

Meclisa Sêna ya Amerîkayê plana bisînorkirina desthilatên Serokomarê vî welatî yên di warê şêrr da nepejirand.

Ligorî rapora Malpera Hill`ê, Sênatorên amerîkî duh plana bisînorkirina şîyana Serokomarê Amerîkayê Donald Trump di warê şerê digel Îranê ret kirin.

Zêde ji 40 Sênatoran dengê Na dan plana pêşnîyarkirî ya Dêmokiratan û bi vî awayî nehîştin ku ew plana 60 dengên pêwîst jibo zêdekirina li Qanûna Izna Berevanîya Netewî ya Amerîkayê bi dest bixe.

Meclisa Parlimanteran a Amerîkayê berî vîya rûpeleke temamker jibo bûca leşkerî ya sala 2019`ê ya vî welatî pejirandibû ku heke ji qonaxa dawîn a pejirandinê va derbas bibe Trump neçar dikir ku jibo êrişa ser Îranê ji Kongirê iznê wergire.

Başa dön tuşu