Serokwezîrê nû yê Iraqê dijberiya xwe tev her cure boykotekî yekalî yê Amerîka dijî Îranê ragihand.
Li gor rapora telivîzyona Al-Alamê, Adil Ebdul-Mehdî serokwezîrê nû yê Iraqê duh pêncşemê piştî kutahiya ewil civîna wezîrên vî welatî got: Iraqê ku bi xwe ji ber boykotan derbeyên giran dîtiye ji her cure boykotek û dorpêça abûrî derve ji qayde û qirarên navnetewî peyrewiyê nake.
Ebdul-Mehdî herwisa bilî diyarkirina neyariya xwe tev her cure êriş û destdirêjiyek ser welatekî dost ku li şerê dijî terorîzmê û birêketina aşitiya li navçê û cîhanê wan hedefên hevpar hene got: Mudaxilenekirina li karûbarên hundirî yê welatên din ji siyasetên serekeye dewleta nû ya Iraqê ye.
Adil Ebdul-Mehdî ku bi palpiştiya hevalbendiya Sairûn bi serokatiya Muqteda Sedr û Feth bi serokatiya Hadî Amirî bû serokwezîrê Iraqê çarşemê şev sonda serokwezîriyê xwar û hinek ji wezîrên xwe jî da nasandinê ku 14 wezîran dengê baweriyê ji aliyê parlemana vî welatî aniye dest.