Li gorî rapora Someriye Newsa Iraqê, Seyd Emar Hekîm serokê partiya Hikmeya Neteweyî ya Iraqê roja yekşemê got: Hêzên seferberiya gelanî yên Iraqê nabe bînin nav kêşeyên siyasî û tawanbarkirina Heşda Şeibî bi terorîzmê, ji ber hîn pîvanên newekhev e ku bi mehaneyên nemaqûl tên hilêxistin.
Emar Hekîm her wiha diyar kir: Iraqê hewcetî bi rêberên neteweyî yên serbixwe û negirêdayî li partî û grûpan jibo lîsteyên hilbijartinê heye.
Hekîm bal kişand ser pêwîstiya lidarxistina hilbijartinên parlemanî li dema qirarkirî û ser avakirina bereya neteweyî ya piştgiriya ji Yekitiya Iraqê teqez kir.
Serokê partiya Hikmeya Neteweyî ya Iraqê, daxwaza yekitî û yekperçetiya xelkê, parastina yekperçetiya erdê û avedankirina bajarên azadbûyî ji bin lepên DAIŞê kir û got: Divê hewldanên eskerî bibin weke hewldanên ewlehiyê ji ber ku hizra fanatîzmê hîn jî heye.
Heyder Ebadî, serokwezîrê Iraqê duh çû yek ji navendên belavkirina kartên hilbijartina parlemana Iraqê û li wir destnîaşn kir: Berûvajiya hin gotinên derûdorên siyasî, ev hilbijartin di dema qirarkirî yanê 15 Gulana 2018`an were li darxistin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)