GenelÎranNûçeRojhilatanavin

Dijberiya wezareta karên derve ya Îranê tev hizûra Tîma Guleşta Azad a Amerîka li Îranê

Berdevkê wezareta karên derve yê Îranê ji dijberiya tev hizûra tîma Guleşta Azad a Amerîka bona pişkdariya li pêşbirkên Kûpa cîhanî ya guleştê li Îranê xeber da.

Behram Qasimî berdevkê wezareta karên derve ya Îranê li gotinên xwe yên îro înê tev ajansa IRNA`yê desnîşan kir, ji ber siyasetên nû yên ku dewleta Amerîka berçav girtiye, Îran neçar ma ku neyariya xwe tev hatina tîma guleşta Azad a vî welatî bo Têhranê ragehîne.

Donald Trump serokkomarê Amerîka li biryara xwe ya nû ragihand ku welatiyên 7 welatên misilman heqê hatina bo nav vî welatî tune ku yek ji van welatan Îran bû.

Pêşbirkeya Kûpa cîhanî ya Guleşta Azad qirar e ku 16 û 17 Sibata tê li Kirmanşahê birê keve.

Federasiyona Guleşta îranê li nameyekê ji bo Yeketiya cîhanî ya Guleştê ji vê saziyê xwest ku welatekî din li dewsa Amerîka bona vê pêşbirkê were berçavgirtin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu