Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê li Press konferansa xwe ya duh îniyê li Bexdayê bilî rexnekirina civînên li bara pêşeroja Iraqê ku li meha bihurî li Genevayê bi pêşniyara Amerîka û li Stanbolê bi pêşniyara Tirkiyê bi rê ket got: Gelê Iraqê van civînan qebûl naken ji ber ku ev civînên hanê bi palpiştiya saziyên istixbaratî yên navnetewî birê ketiye.
Wî bilî pîrozkirina serketinên vê dawiyê yên li Mûsilê got: Niha Iraqê li kutahiya şerê dijî terorîstan û azadkirina Mûsilê da ye û dersekî mezin daye terorîstan ku qet ji bîr naken. (BANGÊ ÎSLÂMİ)