IraqNûçeRojhilatanavin

Dije Terora Iraqê: 10 taxên Mûsilê hatine kontrolkirin

Fermandarê hêzên Dije Terora Iraqê Ebdulxanî Esedî eşkere kir ku ji destpêka operasyonê heta niha 10 taxên Mûsilê ji aliyê hêzên ıraqî ve hatine kontrolkirin.

Fermandarê hêzên Dije Terora Iraqê Ebdulxanî Esedî derbarê operasyona Mûsilê de agahî dane Rûdawê got: “Heta niha 10 tax hatine kontrolkirin. Hinek tax jî hatine dorpêçkirin û di wateya leşkerî de hatine rizgarkirin. Hêzên me niha hewl didin li taxên Qadisiye 2 û Bekirê xelkê sivîl rizgar bikin.”

Esedî da zanîn ku DAIŞ xelkê sivîl di nava bajêr de weke mertalên zindî bikar tîne.

Fermandarê Dije Terora Iraqê diyar kir ku hêza berevaniya DAIŞê nemaye û got: “Heta niha 700 çekdarên DAIŞê hatine kuştin. Çeka wan a herî bi hêz otomobîlên bombebarkirî bû û me ji bo wê jî çareyek peyda kiriye.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu