Serokê Komara Îslamî ya Îranê bal kişand ser vê yekê ku dijmin naxwazin ku welatên Îslamî li kêleka hev yekitiya wan hebe û got: Dijmianên Îslamê,berjewendiyên xwe di pêkanîna bêtifaqiyê di navbera misilmanan de digerin
Hesen Rûhanî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê îro çarşemiyê li hevdîtina tev Xalid Hilal Nasir El-Memûlî, serokê parlemana Umanê li Têhranê, bal kişand ser giringiya 13 mîn civîna parlemanî ya welatên endamê Rêxistina Hevkariya Îslamî û diayr kir: Civîn û gotûbêja rayedarên welatên Îslamî bi hev re li warê mesele û pisrgirêkan û gihêtina bi biryarên hevpar dikare pêngavkeke bibandor li yekitî û xurtkirina aşitî û aramiya navçê be.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê bal kişand ser mesele û pisrgirêkên xelkê Yemenê ji hêla ewlehî, tendrustî û dermanî û got: Mixabin hin welatên rojavayê ji hebûna pevçûna li navçê ji ber firotina çekên xwe pir kêfxweş in û bala xwe nadin ser mselên însanî.
Rûhanî her wiha bal kişand ser pêkanîna aşitî û aramiyê û kutakirina şêr li Yemenê û destnîşan kir: Hevkariya welatên navçê bitaybet Îran û Umanê li vê barê pir giring e û her du welat dikarin roleka pir baş hebin.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê peywendiyên dualî navbera Têhran-Mesqetê bi hevaltî û ber bi pêş da zanîn û got: Îran ji xebata sermayedanerên umanî li navçên azad ên Çabuhar û Caskê û li beşên curbicure aborî bi taybet li warê tranzîtê pêşewaziyê dike.
Xalid Hilal Nasir El-Memûlî jî li vê hevdîtinê, 13 mîn civîna parlemanî ya welatên endamê Rêxistina Hevkariya Îslamî serketî da zanîn û diyar kir: Îran li hember piştgiriya ji mezlûm û istûxwarên cîhanê bi taybet mesela Filistînî tim xebat daye û îro rojê bi hezkirina xwedê, gelên Îslamî, xetera ku gefê li misilman û Qudsê dixwe, baş têgihîştine.
Serokê parlemana Umanê , Xalid Hilal Nasir El-Memûlî ji alîkariyên mirovheziyê yên Îranê bo misilmanên cîhanê spasî kir û got: Gotûbêj û rêçareya siyasî, riya herî mezin û bibandor ji bo damezrandina aşitî û aramiyê li navçê ye.
Serokê parlemana Umanê ji bo beşdariya li 13 în civîna parlemanî ya welatên endamê Rêxistina Hevakriya Îslamî sefera Têhranê kiriye.