ÎranNûçeRojhilatanavin

Dijmin ji hêza berevaniya mûşekî ya Îranê ditirsin

Fermandê sipahê Muhemed Resûl Ullah(s) yê Sipahê pasdarên Inqilaba Îslamî ya Îranê got ku dijminên nizama îslamî ji hêza berevaniya mûşekî ya Îranê ditirsin.

Serdar sertîp pasdar Muhsin Kazimînî fermandeyê sipahê Muhemed Resul Ullah(s) li kêleka civîna rêzgirtina ji xwendekarên Şahid û Îsarger ên zanîngeha Têhranê li gotûbêja bi nûçegihanê IRIB Newsê re got ku ji pîvanên herî giring ên qaweta eskerî ya Îranê li warê berevaniyê mesela hêza mûşekî ye ku dijmin baş ser hêza Îranê agehdar in.

serdar Kazimînî got ku Îranê bona bidestxistina qaweta mûşekî ji mêjve plan û bername darêştine û ji bo parastina vê qawetê dê jê berevaniyê bike û ticarî ji helwesta xwe li vê barê paşde nakişe.

Serdar sertîp pasdar Muhsin Kazimînî fermandeyê sipahê Muhemed Resul Ullah(s) hêza berevaniyê ya Inqilaba Îslamî li hember gefên giştalî ya dijminan binirx da zanîn û ser parastin û jordebirina wê pêgirî kir û got : Kiryarên dijminan bona boykota Îranê bi heceta hêza mûşekî bêbandor e. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu