ErebîstanÎranNûçeRojhilatanavinYemen

Dijmin lê digerin welatên navçê perçe bike

Alîkarê taybet ê serokê meclisa şêwra Îslamî ya Îranê li bara hewldana dijmina jibo perçekirin welatên navçê hişyarî da.

Huseyn Emîr Ebdulahiyan li sêyemîn civîna navneteweyî ya `Pergala Navneteweyî, alûgurên  navçê û siyaseta derve ya  Komara Îslamî ya Îranê` li Têhranê got : Yek ji xeterên li ber Rojhilata Navînê perçekirina welatan û hewildana DAIŞê jibo danîna pênasemêhweriyê (huwiyetmêhweriyê) dewsa  dewletmêhweriyê ye.

Emîr Ebdullahiyan bal kişand ser îstifada nerewa ya Rejîma Siyonîstî ji van alûgoran û got: Ev rejîma bi îstifada nerewa ji van mecalan dixweze ku alûgorên ser xêra xwe û ewlehiya xwe ya herî zêde pêk bîne û hewldanên cidî û nepenî jibo perçekirina welatên navçê dişopîne.

Wî destnîşan kir li alûgorên vê dawiyê yên  Rojhilata navînê welatekî mîna Mîrîtiyên Yekbûyî yên Erebî (MYE) jibo destdirêjiya ser Yemenê dikeve kêleka Erebistanê û welatekî mîna Qeterê jî piştgiriya grûpên treorîstî li Iraq,  Sûriye û Lîbyayê dike.

Sêyemîn  civîna  navneteweyî ya Nizama navneteweyî ya `Pergala Navneteweyî, alûgurên  navçê û siyaseta derve ya  Komara Îslamî ya Îranê` ji duh duşemiyê ve li Têhranê destpê bûye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu