CîhanÎranNûçeRojhilatanavin

“Dijmin têdikoşe ku li gorî siyasetên xwe, pêşerojeka diyar bo ciwanên welatên îslamî pêk bîne”

Serokê Navenda Lêkolînên Stratijîk a Artêşa Komara Îslamî ya Îranê, emîr sertîp Ehmed Riza Pûrdestan êvara Îniyê li rêûrisma bîranîna şehîdên berevanê heremê li bajarê Qumê li başûrê Têhranê tevî pêgiriya li ser vê yekê ku doktorîna leşkerî ya Îranê, li warê berevaniyê ye, got: “karzanên leşkerî piştî hilkolandina şiyanên dijmin li gorî wan derfet û şiayana berevaniyê dinasînin”.

Sertîp Pûrdestan got: Armanca sereke ya xurtkirina şiyanên welêt, pêşîlêgirtin e û eva ye ku tu hêzeka biyanî newêre êrîşî Komara Îslamî ya Îranê bike.

Sertîp Pûrdestan armanca istikbarê ya xurtkirina komên têrorîstî-tekfîrî derbelêdana li Komara Îslamî ya Îranê û mijûlkirina wê bi şerekî neberanber da zanîn û got: “Dijmin têdikoşe ku li gorî siyasetên xwe, pêşerojeka diyar bo ciwanên welatên îslamî pêk bîne”.

Başa dön tuşu