ÎranNûçeRojhilatanavin

Dijminatî û komploya Amerîkayê ya derheq niftê de yê bêbersiv nemîne

Rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî pêgirî kir: Dijmin jibo tewandina gelê Îranê bala xwe daye ser zexta aborî lê, bila bizane ku ev gela tu wexta natewe û tevî sûdwergirtina ji derfeta gefê jibo geşatî û pêşketinê, yê dijminatîyên Amerîkayê bêbersiv nehêle.

Rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî hezretê ayetullah Xaminêyî îro di destpêka Hefteya Kar û Karkeran di hevdîtina digel bi hezaran kes ji karkerên pêşeyên curbicur de, têkildarî hewildana Amerîkayê jibo girêdana rêyên firotina nifta Îranê herwiha got: Gelê çalak û berpirsên hişyar ên Îranê nîşan dane ku heke bixwazin, ji hemî asêbûn û binbestan derbas dibin û bê guman ev hewildana amerîkîyan jî nagihêje tu encamekê û Komara Islamî ya Îranê her çiqas ku bixwaze û pêwîst be, dê niftê bifiroşe.

Hezretê ayetullah Xaminêyî xaleke girîng bibîr anî û xitabî dijminên gelê Îranê pêgirî kir: Bizanibin ku dijminatîyên we dê bêbersiv nemînin û gelê Îranê ne miletek e ku dema komplo dijî wî bê kirinê, mehtel rûnê û temaşe bike.

Rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî di xaleke din de di warê zemîneya dijwarbûna zextên Amerîkayê ser pêşeya nifta Îranê de got: Em qedrê kêmbûna girêdayîbûna li firotina niftê digirin û ewê cureke derfet dizanin û wê jibo piştkutana zêdetir li şîyanên navxweyî bikar tînin.

Hezretê ayetullah Xaminêyî herwiha amajeyî idiayên rayedarên amerîk û Sîyonîst kir û got: Ew dibêjin ku dijminê Nizama Komara Islamî ne, ne dijminê gelê Îranê lê, dijminatîya himberî Komara Islamî, dijminatîya himberî gelê Îranê ye çinku Komara Islamî ya Îranê bi alîkarîya gel ser xwe ye û heke alîkarîya gel neba, Komara Islamî tinebû.

Rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî herwiha bibîr xist: Çawan ku vê dawîyê hat gotinê, hewildanên dijminan, nefesên wan ên dawîyê ne û dijmin di dawîyê de yê ji kîna himberî gelê Îranê biweste lê gelê Îranê tu wexta ji karkirin, hewildan, berxwedan û pêşketinê naweste.

Başa dön tuşu