NûçeErebîstanRojhilatanavinYemen

Dijminê Îslamê koalîsyona bi pêşengiya Erebîstana Siûdî jî rehmê li heciyên Yemenê nake

Li gorî rapora Almasira`yê, Wezareta Rêvebir û Rêxistina Veguhastina Bejayî ya Hikûmeta Rizgariya Netewî ya Yemenê li Senayê roja îniyê bi daxûyaniyekê nerazîbûn nîşanî redkirina êrişkar û kirêgirtiyên hevkariya Erebistanê ji dayîna destûrê û vekirina rêyan ji geştyar û heciyên Yemenê re kir.

Rejîma Al Siûd bi rêdana hejmareke hindik ji heciyan bi rêya kirêgirtiyên xwe û wergirtina pereyên mezin, sabote dike û rê nade heciyên yemenî ku ayîn û merasîmên xwe yên hecê pêk bînin.

Daxuyaniyê her wiha got, berdewamiya girtina rêyan ji aliyê hevkariyên êrişkerên Erebistanê ve, pirsgirêkên rêwiyan û heciyan du qat zêde kiriye ji ber dirêjkirina dûrahiya li 9 parêzgehên dagîrkirî ku digihêje 1500 kîlometran.

Wezareta Îrşada û Rêxistinên Veguhastina Bejayî ya Yemenê ji Neteweyên Yekbûyî û saziyên navneteweyî û mirovî xwest ku erkên xwe bi cih bînin û zextê li kirêgirt û dagirkerên Erebistana Siûdî bikin da ku rê li ber vekirina û kêmkirina pirsgirêkên heciyên yemenî bikin.

Şerê li Yemenê derbasî sala xwe ya heştem bûye bi awayekî ku hevkariyên êrişkerên siûdî heta niha pêbendî tu qanûnên navneteweyî nebûne ji wan agirbesta vê dawiyê ya bi navbeynkariya Neteweyên Yekbûyî li vî welatî.

Başa dön tuşu