ErebîstanÎranNûçeRojhilatanavin

Dijmintîya Adil Cubeyrê xulamê Amerîka bo Îranê

Wezîrê Derve yê Erebistana Siûdiyê Adil Cubeyr li ser hesaba xwe ya twitterê daxuyanî da û tê de diyar kir ku, “Di dema xwe de dê bersiva me hebe ji bo dijminkariyên Îranê û em tekez dikin ku terorîzm û piştevanên wê nayên qebûlkirin.”

Adil Cubeyer dibêje ku, “Terora Îranê berdewamiya gefên xwe li ser ewlehî, kuştina zarokan û binpêkirina yasayên navdewletî dide nîşandan.”

Cubeyr herwiha amaje bi destwerdanên Îranê li herêmê kiriye û wiha dibêje, “Destwerdanên Îranê zirarê digihîne asayişa welatên cîranê û bandor heye li ser asayiş û aştiya cîhanê, em ti destdirêjiyekê bi ser asayişa niştimaniya xwe qebûl nakin.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu