IraqNûçeRojhilatanavinYemen

Serokkomarê Iraqê aliyên siyasî yên Yemenê dewetî gotûbêjê kirin

Fuad Mesûm serokkomarê Iarqê îro li hevdîtina taxima yemenî bi serokatiya Muhemed Ebdulselam ji endamên bi nav û deng ê Ensarullahê, yemenî vexwendin gotûbêjê û hemî aliyên siyasî li Yemenê han da ku werin ser maseya muzakireyê.

 Li gorî rapora IRNA`yê,  nivîsgeha  serokkomariya  Iraqê li daxûyaniyekê got ku  Fuad Mesûm li vê hevdîtinê bal kişand ser peywendiyên  xurt, dîrokî û bi biratî navbera  gelên Iraq û  û Yemenê û rewşa awarte ku xelkê Yemenê têde jiyan dikin xembar û diltezîn da zanîn.

Taxima yemenî jî li vê hevdîtinê spasiya  serokkomar û serokên Iarqê kir û piştgiriyên Iarqê derheq çareserkirina  kêşeyên  nav Yemenê û kutakirina pirsirêkên  yemeniyan pesinand.

Taxima  14 kesî ya Yemenî  vê heftiyê gihêşt bexdayê û tev rayedarên  curbicur û rêberên siyasî yên Iarqê  gotûbêj kirine û di eynî demê  de çûne ziyareta  etebatê aliyatê li Iraqê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu