NûçeRojhilatanavin

Dijwarkirina tivdîrên ewlehiyê li derdora bendava Mûsilê li bakûrê Iraqê

Hêzên iraqî ji bo ku pêşiya êrişa grûpa têrorîst a DAIŞ`ê ser Mûsila li bakûrê vî welatî bigirin, tivdîrên ewlehiyê yên derdora vê bendavê giran kirin.

Li gorî rapora roja pêncşemiyê ya kanala têlêvîzyonî ya El Meyadînê, Iskender Hacî, berpirsê parastina bendava Mûsilê, ragihand, bi nêzîkbûna dema destpêbûna operasyona azadkirina Mûsila navenda parêzgeha Neynewayê li bakûrê Iraqê, hêzên çekdar tivdîrên ewlehiyê yên li derdora bendava Mûsilê giran kirin û hemû riyên ku digihîjin wê girêdane.

Grûpa têrorîst a DAIŞ`ê berî niha di sala 2013`an de, beşeka bendava Felûcê vekir ku bû sedema hêdîbûna pêşveçûnên hêzên iraqî. (ÎSLÂMİ DAVET KURDİ)

Başa dön tuşu