IraqNûçeRojhilatanavin

Dilgiraniya NY li bara rewşa xelkê sivîl li rojava Mûsilê

Piştî destpêbûna operasyona azadkirina navçên rojava Mûsilê, rayedarên NY bal kişand ser kêmasiyên berfireh û xeterên canî yên vê operasyonê û li bara rewşa xirab a welatiyên iraqî li van navçana fikara xwe da xûyanê.

Ferhan Heq cîgirê berdevkê sekreterê giştî yê NY li civîna rojnamevaniyê ji nûçegihanan re got ku rêxistinên mirovheziyê li bara rewşa xirab a bi dehan hezar malbatên rojava Mûsilê fukara xwe daye diyarkirinê.

Li gorî gotina wî, Lîz Grandê, nunerê NY li Iraqê ragihandiye ku rewşa xelkê li rojava Mûsilê pir meriv dilgiran dike û wî fikara xwe li bara kêmbûna çavkaniyên ardûyê û qutbûna av û iliktrîkê li piraniya taxên rojava Mûsilê da diyarkirin.

NY civata xelkê sivîl li beşa rojava Mûsilê navbera 750 heya 800 hezar kesî texmîn kiriye.

Cîgirê berdevkê Gotrêş bi bîr xist ku li ber girêdana riyên sereke yên ser bi Sûriyê nêzîkî nîvê firoşgehên xwarekê li vê navçê ji sê mehan berî niha ve heya niha hatine girêdanê.

Ferhan Heq bal kişand ser vê yekê ku niha rêxistinên mirovheziyê hewl didin ku alîkariyên destxwe bighînin vê navçê û diyar kir ku ev alîkarî tenê dê têra hevcetiyên nêzîkî 250 heya 400 hezar kes ji xelkê sivîl bide (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu