IraqNûçeRojhilatanavin

Dilgiraniyên ji ber xeterên bikaranîna zêde ya çekên kîmyayî li Iraqê ji aliyê DAIŞ`ê va

Rêxistina Xaça Sor a Cîhanî bi daxûyaniyekê êrîşên kîmyayî yên DAIŞ`ê li ser welatiyên bêberevan ên Mûsilê bi tundî şermezar kirin.

Rêxistina Xaça Sor a Cîhanî her wiha qala hevkariya xwe digel Saziya Cîhanî ya Tendirustiyê ji bo wergirtina birîndaran kir.

Lîz Grand hevahengkerê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) li karên însandostiyê li Iraqê bi daxûyaniyekê tevî hovanezanîna bikaranîna çekên kîmyayî li Mûsilê, got: Tu hicetek bi ti awayî ji bo bikaranîna çekên kîmyayî tune. Di heyama rojên dawî da hin rapor li ser pêkhatina êrîşên kîmyayî li ser rojhilata Mûsilê hatine weşandin. Seidûn Xalid El Remezanî yek ji fermanbdarên hêzên lezbetek ên artêşa Iraqê roja pêncşemiyê ragihandibû ku DAIŞ`ê rokêtên Katyoşayê yên bi gaza Kolorê kewkî hin navçeyên Mûsilê kirine.

Pêştir jî Ajansa BusinessWire`ê li gorî belgeyên navenda lêkolînê ya IHS`ê ya Asmerîkayê ragihandibû ku çeteyên DAIŞ`ê ji sala 2014`an va zêde ji 71 caran çekên kîmyayî li Iraq û Sûriyê bi kar anîne. Li gorî zanyariyên çavkaniyên ewlehiyê yên Iraqê Tirkiyê qaseke zêde ya madeyên kîmyayî ku ji bo çêkirina bombên kîmyayî tên bikaranîn, bi diravên Qeter û Erebistanê ji Okraynê û hinek ji dewletên rojavayî kirrîne û dane ber destê têrorîstên DAIŞ`ê.

Karên dewletên rojavayî ji bo biçekirina têrorîstan bi çekên komkujiyê her wiha danîna amorên çêkirina çekên viha ber destê wan, bijnpêkirina aşkira ya peyman û konvansiyonên navneteweyî li vî warî ye ku her cûre berhemanîn û berfirekirina çekên komkujiyê qedexe dike.

Analîzkerên mijarên siyasî li ser vê bawerê ne ku koma têrorîst a DAIŞ`ê ji bo girtina pêşiya têkçûna tam li Mûsilê çekên kîmyayî bi kar anîne.

Di rewşeke viha da li gorî têkçûnên li pey hev ên DAIŞ`ê li opêrasiyona azadkirina Mûsilê û destpêbûna hilweşiyana tam a vê koma têrorîst li Iraqê, dê ihtimala bikaranîna DAIŞ`ê ya çekên kîmyayî zêdetir be.

Armanca koma têrorîst a DAIŞ`ê ya bikaranîna berfire a çekên kîmyayî, pêkanîna tirs û xufa zêdetir li nav welatiyên iraqî ye da ku wan neçar bike li hember vê komê çok li erdê daynin. Navendên hiqûqî tevî rexneya ji dijberên çekdar ên çalak li Sûriye û Iraqê destnîşan dikin ku ev kom li warê pêkanîna cinayeta cengê tam azad in û nayên şopandin.

Koma têrorîst a DAIŞ`ê di sala 2014`an da bi piştgiriyên malî  û leşkerî yên Amerîka û hevpeymanên rojavayî û erebî yên vî welatî bi taybet Erebistan û Tirkiyê bi êrîşa li ser Iraqê, beşin berfire ji navçeyên bakurî û rojavayî yên vî welatî dagir kirin û gellek cinayet pêk anîne û bikaranîna çekên kîmyayî jî bi armanca girankirina van cinayetan e.

Xala ku bala meriv dikişîne ew e  ku têrorîst bi mebesta xalifandina raya giştî ji karên xwe yên bikaranîna çekên kîmyayî û cinayetên dijî mirovahiyê bi piştgiriya piştgirên xwe yên rojavayî û navçeyî dil hene tevî pêkanîna cinayetên dijî mirovahiyê li Iraq û Sûriyê, van cinayetan bi dewletê va girêbidin. Eva li halekî ye ku li dû bikaranîna li pey hev a çejkên kîmyayî li opêrasiyona cengî ji aliyê DAIŞ`ê û komên din ên têrorîst, xetera têrorîsma kîmyayî gellek ciddî  û giştalî bûye ku têkoşîna li hemberî wê divê li çarçova peymaneke cîhanî pêk were. Her cûre derengiya li vî warî da dibe sebeb ku dûhatên wê ne tenê Sûriye û Iraqê belkê qada navneteweyî bigire ber xwe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu