NûçeÎranRojhilatanavin

Îran di warê berevanî, mûşekî û firokeyên bêfirokevan de yek ji hêzxurtên cîhanê ye

Fermandê Hêza Hewa-fezaya Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî got: Îran di warên berevanî, mûşekî û firokeyên bêfirokevan de yek ji hêzxurtên cîhanê ye.

Serdar Emîr Elî Hacîzade, hêza berevaniyê ya Îranê pêka serdema şerê  dasepandî, seyr û bihêztir nirxand û got: Îro Îran gihiştiye astekê ku artêşa terorîst a Amerîkayê li navçeyê eşkere li xwe mikur tê ku bi dû nakokiya bi Îranê re nîne.Serdar Hacîzade got: Hêzên çekdar ên Îranê dikarin paporan bikin armanc û bi firokeyên pêşketî yên nedîyar operasyonên keşfê li her derekê pêk bînin.

Hêzên çekdar ên Îranê bi hewldanên xwe, di warê çek, satelaythilgir, alavên leşkerî û firokeyên şer de, destkevtên girîng bi dest xistine, wisa ku di çend salên borî de, bi sedan firokeyên bêpîlot ên stratîjîk, şer, keşfkirin, îmha û radar hatine çêkirin ku bû sedem tu welatek newêre êrişî Îranê bike.

Başa dön tuşu