ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Daxûyaniya Konsûlxaneya Îranê li Hewlêrê ji ber destdirêjiya ser vê navenda dîplomatîk

Konsûlxaneya Îranê li Hewlêrê ji ber destdirêjiya ser vê navenda dîplomatîk daxûyaniyek belav kir.

Li gor rapora IRIB News`ê, Li daxûyaniya Konsûlxana Îranê li Hewlêrê Îşareyî ser vê babetê bûye, roja  îniyê ku Konsûlxana Komara îslamî ya Îranê tetîl bûye, hindek kesan bi xerezên siyasî destdirêjiya ser vê navenda dîplomatîk kirine ku bê şik gelê bi şerafete Hewlêrê şerê mêrxasaneye pasdarên inqilaba îslamî ya îranê li hemberî terorîstên DAIŞ`ê ji bîr nekirine û karên wiha qet cih nayînin.

Konsûlxana Komara îslamî ya Îranê bilî mehkûmkirina vê destdirêjiyê ragihand ku pêsparteya karbidestên Herêma Kurdistana Iraqê ye ku parêzvaniya vê navenda dîplomatîke Îranê û hemû îraniyên ku li vê herêmê ne biken û ji mixabiniya ku hemû ew berpirsên siyasî, serokên eşîretan, mamostayên zanîngehan, zanayên dînî, nûnerên meclisê û xelkê bi şerefe Herêma Kurdistana Iraqê, Mûsil, kerkûk`ê û îraniyên ku li vê herêmê dijîn li vê barê dane qedrzanî kir.

Wezareta karên derve yê Iraqê jî duh şemê li daxûyaniyekê “êrişa organîzebûyî“ ser Konsûlxaneya Îranê li Hewlêrê û îhaneta bi alaya welatekî dost mehkûm kir.

Gelek ji karbidest û şexsiyet û gelê Iraqê jî ev kiryarê bi dijminatî mehkûm kirin.

Li nav torên civakî yên Herêma Kurdistana Iraqê hatiye ragihandin ku hêtimal heye kesên ku destdirêjiya ser Konsûlxana Îranê li Hewlêrê kiribin, ji alîgîrên Partiya Demokrata Kurdistana Iraqê bi serokatiya Mesûd Barzanî bin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu