IraqNûçeRojhilatanavin

Berteka serokwezîrê Iraqê li hemberî rapora Sazîya Navnetewî ya Efûyê

Serokwezîrê Iraqê rapora Sazîya Navnetewî ya Efûyê li warê tawanbarkirina hêzên polîs ên federal li babeta kuştina sivîlan nerast zanî.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Ebadî serokwezîrê Iraqê ku di eynî halî da fermandarê hêzên çekdar ên Iraqê ye, tawanbarkirina hêzên polîs ên fêdêral ên Iraqê li warê kuştina sivîlan ku li rapora Sazîya Navnetewî ya Efûyê hatîye, nerast zanî û got ku hejmarek ji niştecîyên Mûsilê bi destê têrorîstên DAIş`ê hatine kuştinê.

Li rapora Sazîya Navnetewî ya Efûyê hêzên polîs ên fêdêral ên Iraqê li warê kuştina sivîlan li başûra Mûsilê û hevkarîya ligel DAIŞ`ê hatine tawanbarkirin.

Serokwezîrê Iraqê jî şeva buhurî li civîna ligel parlimanterên iraqî, parêzgar û endamên Konseya Parêzgeha Nêynewayê û dayreyên têkildar got ku rê nade mafên mirovan bê binpêkirinê.

Serokwezîrê Iraqê qedrê hêzên artêş, pêşmerge û hêzên din ên çekdar ji ber hevkarî û hevdengîya di navbera wan da girt û got ku me bi rayedarên Herêma Kurdistana Iraqê ra li bara vegerîna hêzên Pêşmerge jibo cihên berî destpêbûna opêrasyona azadkirina Nêynewayê li wan bicih bibûn, lihev kirîye (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu