CîhanEwropaNûçe

Dîplomata îngîlîzî kuştî hat dîtin

Dîplomata Îngîltereyê ku li Balyozxaneya Libnanê dixebitî Rebecca Dykes li kêleka rêyeke kuştî hat dîtin.

Midûriyeta Ewlehî ya Libnanê di daxuyaniya xwe de ragihand ku şeva şemiyê dîplomata Îngîltereyê ku li Balyozxaneya Libnanê dixebitî Rebecca Dykes li herêma Metn a bakurê rojhilatê Bêrûdê ji aliyê polîsan ve li kêleka rêyeke kuştî hat dîtin.

Li gorî daxuyaniyê ji bo tespîtkirina nasname û sedema kuştina wê were zanîn cesed rakirine saziya tiba edlî û piştî lêkolînê derket holê ku Rebecca Dykesa 30 salî û dîplomata Îngîltereyê ku li balyozxaneyê dixebite ye. Derbarê bûyerê de lêpirsîn dewam dike.

Wezareta Derve ya Îngîltereyê jî bûyer serast kir û ragihand ku bi berpirsên libnanî re di nava pêwendiyê de ne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu