Qumanditiya giştî ya artêş û hêzên çekdar ên Sûriyê agirbesa li sê parêzgehên vî welatî dirêj kir.
Li gor rapora IRIB News`ê, Qumanditiya giştî ya artêş û hêzên çekdar ên Sûriyê pêncşemê şev ragihand ku li parêzgehên Der`a, Quneytereyê û Suwêyîdayê hetanî 8 Tîrmeha tê domandin.
Qumanditiya giştî ya artêş û hêzên çekdar ên Sûriyê ragihand ku hedefa vê agirbesê pêşdabirina aşitiyê li van sê parêzgehan e.
Vê saziyê herwisa ragihand ku bersiva her cure binpêkirina agirbesê li van navçan tê dayîn.
Artêşa Sûriyê pêştir ji saet 12 yekşemê 2 Tîrmeha sala 2017 hetanî saet 24 roja pêncşemê 6 Tîrmehê li parêzgehên Der`a, Quneytereyê û Suwêyîdayê agirbes ragihandibû.