ÎranNûçeRojhilatanavin

Dirêjkirina boykotên Amerîkayê li dijî Îranê, nîşana bêhitbarîya delweta Amerîkayê li civaka navnetewî ye

Dirêjkirina boykotên Amerîkayê li dijî Îranê ji hêla civaka navnetewî va bêhitbarîya dewleta Amerîkayê nîşan dide.

Mihemed Cewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê duh dema gihîşt bajarê Dêhlîya Nû paytexta Hindûstanê li koma nûçegihanan wekî berteka li hemberî dirêjkirina boykotên li dijî Îranê ji alîyê Sênaya Amerîkayê va, herwiha got: Amerîka berovajî sozên xwe yên têkildarî rêketinama navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê pêngavan radike.

Sênaya Amerîkayê roja pêncşem dirêjkirina qanûna boykotên li dijî Îranê (Damato) bo dewreke dehsalî ya din pesend kir. Berî meclisa Sênayê, meclisa nûneran a Amerîkayê jî dengê erê dabû cihanîna van boykotana.

Rêketinama navokî ji alîkî va bi wateya derfetekê ye lê ev firsenda tu wexta nikare bi wateya paşdavekişîna Îranê ji mafên isûlî yên wî be.

Li bara rêketinama navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê wisa ku rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî ya Îranê bi caran pêgîrî kirîye, rêketinek pêk hat ku hin xalên wê yên nezelal û lawazîyên wê ji hêla nijyarê va hene ku heke bi awayekî deqîq û berdewam çavdêrîyê ser nekin, dikare bibe sedema xisaretên mezin jibo niha û pêşeroja Îranê.

Dema ku rêketinama navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê di 14`ê Tîrmeha sala 2015`ê da hat wajokirinê, hezretê ayetulah ozma Xaminêyî rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî ya Îranê di bersiva nameya Hesen Rûhanî serokê Komara Islamî ya Îranê da li bara rêketinama navokî, bal kişand ser vîya ku hin dewletên muzakirekir ên endamê Koma 5+1`ê pêbawerî li bara wan tineye û desnîşan kir ku pêwîst e nivîsarek bê amadekirinê û bi awayekî deqîq çavdêrî ser bê kirinê û bikeve çarçova qanûnî ya hatîye pêşbînîkirin û wê demê heke hat pejirandinê, bi baldarîya ser binpêkirina ihtimalî ya wê ji hêla alîyên himber va, rêya wê bê girêdanê.

Niha vê pêngava Amerîkayê li kongira vî welatî careka din nîşan da ku ew bi dû derfetê ne ku sîyaseta zordayîna ser Îranê ser bingeha idiayên wek binpêkirina mafên mirovan an dilgiranîya ji ber şîyana berevanîya mûşekî û yan idiaya piştgirîya Îranê ji têrorîsmê bidomînin.

Amerîkîyan ji destpêkê va dil hebûndewsa rakirina boykotan, wan rawestînin, Lê li gorî rêkeitnama navokî, hemî boykotên aborî yên têkildarî rêketinama navokî hatin hilanînê.

Biryarnama 2231 ya Konseya Ewlehîyê di vî warî da yekemîn pêngav bû ku li warê cihanîna rêketinama navokî û kutakirina qeyrana çêkirî ya têkildarî bernama navokî ya Îranê û rakirina boykotên zalimane hat rakirinê. Lê dewama vê rêyê ewqasî jî hêsan nîne û nabe meriv ji bêsozî û menegirtinên alîyên himber xafil bibe, ji ber ku heta li biryarnama hanê hin xal di çarçova mêkanîzma vegerandina boykotan ser navê “ mêkanîzma Tetik“ hene.

Wezîêr karên derve yê Îranê midehekê berî niha li axavtinekê li konfiransa bandorên hiqûqî yên rêketinama navokî û sermayedanîna navxweyî û navnetewî got ku heke kesekî şik û guman li bara armanc û kiryarên Amerîkayê hebe, heqê xwe heye ji ber ku sîyaseta vî welatî li bara Îranê sîyaseteke rast nîne.

Di heyama yeksala ku ji cihanîna rêketinama navokî va derbas dibe, bi hegera dilgiranîya ji ber rabernebûna garantîya vebirr a dewletên rojavayî nemaze Amerîkayê bo bank û sazîyên darayîyê, şik û gumanên li bara danûistandina ligel bankên Îranê hela jî hene.

Wisa ku rêberê qedirgiran ê Inqilabê li axavtinekê bi minasebeta salroja damezirandina hêza deryayî ya artêşa Komara Îslamî ya Îranê li hevdîtina tev fermandar û berpirsên vê hêzê bibîr xist, destpêkirina boykotekê bi destpêkirina dubare ya wê berî kutabûna dema wê va ferq nake ş boykotkirin û binpêkirina sozên berê ji hêla alîyê himber va ye.

Binpêbûna rêketinama navokî mijarek nîne ku Komara Îslamî ya Îranê Meclis û berpirsên Îranê van pêngavana dişopînin û biryarên pêwîst didin.

Liv û libatên Amerîkayê nîşan didin ku tevî lihevkirina li ser mijara navokî di çarçova rêketinama navokî da, gef û dijminatîyên li dijî Îranê didomin. Vê dijminatîyê hegerên kifş hene û di rastîyê da dewama komplo û hecetanînên Amerîkayê ne ku bi rêyên curbicur, rojekê li kongirê û rojekê li lobîyên AIPAC`ê bi haykûûfên sîyonîstan tên şopandinê.

Dewama vê demajoyê bi vê wateyê ye ku Îranê civaka navnetewî gellek heger hene ku bawerîya xwe li Amerîkayê neynin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu