NûçeRojhilatanavinSûriye

Dirêjkirina dema efûkirina kesên çekdar li Sûrîyê

Bişar Esed serokomarê Sûrîyê fermana efûkirina kesên çekdar û revîyayî yên ku dixwazin tifinga xwe daynin erdê, heta dawîya meha Hezîranê dirêj kir.

Li gorî rapora ajansa nûçan a fermî ya Sûrîyê (SANANEWS), li gorî fermana îro ya Bişar Esed serokomarê Sûrîyê her kesê ku bi her hegerekê tifing hebe û ji muhakimeyê revîyabe, heke xwe ji berpirsên dadwerîyê re bide nasandinê û sîleha xwe radest bike, yê bikeve ber efûyê.

Herwiha li gorî wê fermanê, her kesê ku dest bi revandina mirovan kiribe lê, rehînê xwe saxlem û bêyî wergirtina dirêf azad kiribe, yê bikeve ber efûyê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu