Buroya Cenevê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku hevdîtinên Cenev-8ê ku di bin çevdêriyên YNê pêk tên wê di 28ê Mijdarê de dest pê bikin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku Nûnerê Taybet ê Sûriyê yê NYê Staffan de Mîstûra piştî civîna 26ê Cotmehê ya Konseya Ewlekariyê ya NYyê ya bi rojeva Sûriyê ji bo hevdîtinên Cenevê gelekî danûstandin kirine. (BANGÊ ÎSLÂMİ)