ÎranNûçeRojhilatanavin

Rûhanî: “Binpêkirina rêketina navokî dê rastî berteka gel û dewleta Îranê were“

Serokkomarê Îranê li rêûresma sondxwarina xwe ya li meclisa şêwra îslamî ya Îranê destnîşan kir: “Cîhan bila bizanibe ku her cure binpêkirina naveroka rêketina navokî ya di navbera Îranê û grûpa 5+1 dê rastî berteka berfireye gel û dewleta Îranê were“.

Li gor rapora IRIB News`ê, Hesen Rûhanî duh şemiyê danê êvarê li merasima sondxwarinê ku li meclisa şêwra islamî ya Îranê hat lidarxistinê, li pêşberî Quranê û bi amadebûna ayetulah Sadiq Amolî-Larîcanî serokê dezgeha dadwerîyê, endamên meclisa şêwra islamî, endamên civata parêzvan a qanûna bingehîn a Îranê, mêvanên navxweyî û derveyî sond xwar.

Rûhanî sond xwar ku parêzvanê mezhebê fermî, nizama Komara Islamî û destûra bingehîn a Îranê be û hemî feraset û hêjatîya xwe jibo cihanîna erka xwe bi kar bîne û di xizmeta gel û geşepêdan û pêşketina welêt, berfirekirina dîn û exlaqê, piştgirîya ji heqîyê û pêşxistina dadmendîyê be û ji her cure pawanxwazîyê dûr be û piştgirîyê bide azadî û rêzgiritna li mirovan û mafên ku li destûra bingehîn jibo gel hatine kifşkirin.

Hesen Rûhanî li vê rêûresmê bal kişande ser viya ku Têhran qet nabe destpêkirê binpêkirina rêketina navokî û got: Eva ku Amerîka soz û qirarên xwe gor rêketina navokê cih nayîne ji ber viya ye ku hakimiyeta vî welatî îdî adet kiriye bi berçavgirtina siyasetên neqanûnî û nekara yên wekî boykot û biçûkirina welatan û niha bo cîhanê derketiye ku Waşîngton wekî aliyekî van gotûbêjan, bawerî pê nehatiye û heta hevalbendên Amerîkayê bi xwe jî bi vê yekê îterafê dikin.

Rûhanî destnîşan kir: Hêzên biyanî ku tenê bi fikra xêr û qazancên xwe yên zêdexwazîyê ne pê firotina bi milyardn dolarî çek û sîlehan bo welatên navçê dil hene navçê aloz bikin û bê ewlehiyê têxin nav welatên navçê.

Rayedarên îdarî û leşkerî yên welêt û 8 serokomar, 19 serokmeclis, 9 alîkarê serokomar û serokwezîr, 7 alîkarên serokê meclisê, 11 wezîrên karên derve û 35 şandîyên taybet ên welatan li merasima sondxwarina serokkomarê Îranê pişkdar bûbûn (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu