NûçeRojhilatanavinSûriye

Dîsa terorîstên girêdayî li Tirkiyê li Efrînê li ser dizî û talanê bi hev ketin

Hat ragihandin ku dîsa li bajarê Efrînê terorîstên bi navê Artêşa Sûriya Azad ku Tirkiye li pişta wan e li ser dîzî û talanê bi hev ketin û artêşa Tirkiyê ew ji hev veqetandine.

Komeleya Mafê Mirov a Sûriyê di daxuyaniya xwe de ragihand ku şeva borî şer û pevçûn di navbera terorîstên Artêşa Sûriya Azad yên grûba Hemze û grûbekê ser bi Lîwaya Muhtesim li meydana Kawa ya bajarê Efrînê derket.

Li gor komeleyê, şer û pevçûn li ser desdanîna ser maleke bajarê Efrînê bû, artêşa Tirkiyê bi wesayîtên zirhpoş destwerdana şer kiriye û şer rewastandiye.

Herwiha duh li ser rêya Efrîn û Şera Fermandarê Lîwaya Meşel Temo Ebû Meryem El-Heskawî rastî hewleke kuştinê hat, lê li gor zanyariyan ew ji wê hewla kuştinê rizgar bû. Ev ne cara yekem e şer û pevçûn di navbera grûbên çekdar û terorîst ên li Efrînê de derdikeve. Hefteya borî jî şer di navbera wan grûban de derketibû û hejmarek ji çekdarên her du aliyan birîndar bibûn.

Başa dön tuşu