CîhanNûçe

Dîsan jî alaya Amerîkayê hate şewandin

Komek ji çalakvanên amerîkî, li berteka li hember gefa Donald Tramp jibo cezadayîna bi kesên ku alaya Amerîkayê bişewitînin, hejamreka zav a alaya welatê xwe li ber hotela navneteweyî ya Tramp li New York`ê, şewitandin.

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a Reuters`ê, Donald Tramp, serokkomarê bijarte yê Amerîkayê, li twîteka bigef gotibû, kesên ku alaya Amerîkayê dişewitînin, divê dûhatên wê jî qebûl bikin, ji salekê zîndanê heya îbtalbûna mafê wan ê welatîbûnê. Piştî vê peyama bigef a ku gellek bertekên curbicur bi dû xwe ra anîn, çalakên medenî peyama Tramp xistin ber pirsan.

Dadgeha qanûna bingehîn a Amerîkayê, di sala 1989`an, ferman da ku şewitandina alayê sûc nine û tenê riyek jibo nîşandayîna nerizamendiyê ye ku li qanûna bingehîn pişta wê hatiye girtin.

Ev dadgeha bilind herwiha berî niha hikm dabû ku ji ber vî karî nabe ku mafê welatîbûnê were îbtalkirin (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu