NûçeRojhilatanavinSûriye

Hevdengiya Bexda û Şamê jibo rawestana li ber terorîzmê

Wezîrê karên derve yê Iraqê bal kişand ser vê yekê ku Iraq naxwze li karûbarên tu welatekî mudaxilê bike û ragihand: Jibo rawestana li ber terorîzmê navbera Bexda û Şamê hevdengî heye.

  Li gorî rapora kanala nûçan a El-Meydaînê, Îbrahîm Ceferî, wezîrê karên derve yê Iraqê, êvara sêşemiyê li civîna  konseya wezîrên  derve yên Yekitiya Ereban li Qahirê, paytexta Misrê ku duh hat li dar xistin,  cardinê daxwaza endametiya  Sûriyê li vê yekitiyê kir.

Wezareta karên derve ya  Iraqê jî duh sêşemiyê li daxûyaniyekê ragihand: Vegeriyana  Sûriyê nav Yekitiya Ereban, destekê dide qeyrana vî welatî çareser bibe û ser pêwîstiya  kokbirrkirina grûpên terorîstî li  Sûriyê tekez kir.

Wezîrên karên derve yên  yên ereban Mijadara 2011`an  çend mehan piştî destppêbûna  pevçûnan li Sûriyê ji ber dijberiya  Şamê li hember plana  erebî jibo çareserkirina  qeyrana vî welatî, endametiya  Sûriyê li  Yekitiya Ereban rawestandin. El-Ceferî li bara pêşdeçûna hêzên eskerî yên Iraqê li Mûsilê û paqijkirina  navçeyên curbicure  parêzgeha  Neynewayê ji lepên  grûpa terorîstî ya  DAIŞê jî got:  Pêşdeçûna  artêşa Iraqê li şerê li dijî DAIŞê hevrê bûye bi yekperçetî û yekitiya  grûpên siyasî.

Wezîrê karên derve yê Iraqê li bara alîkariyên  aborî bo DAIŞê jî dç got : Pişt perdeya  alîkariyên aborî yên DAIŞê, îmkanata  gelek welatan tên dîtin û hin welatan derbasbûna  eskerên çekdar ên grûpa terorîstî ya DAIŞê bo nav Iraq û Sûriyê hêsan kirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu