CîhanNûçeRojhilatanavin
Dîwana Bilind a Misrê, hikmê îdamkirina 10 temaşevanên fotbolê erê kir

Dîwana Bilind a Misrê îro hikmê îdamkirina 10 temaşevanên fotbolê bi hegera desthebûna li şîdetên sala 2012`an li werzişgehekê li bajarê Portseîdê hat erêkirinê.
Li gorî vê raporê: li civîna muhakimekirinê ya ku di sala 2015`ê da pêk hat, ji nav 72 tawanbaran, jibo 11 kesî fermana îdamkirinê û jibo 40 kesan jî cezaya yek heta 15 sal hepsê hat birrînê.
Lê biryara îro ya Dîwana Bilind a Misrê yazdemîn mehkûmê îdamê ku ji wê demê va revîye, nagire ber xwe.
Di encama şîdetên ku di 1`ê Sibata 2012`an da piştî kutabûna pêşbirka fotbolê di navbera tîmên el-Ehlî û el- Misrî da pêk hat, 74 temaşevan hatin kuştinê û bi dehan kes jî birîndar bûn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)