CîhanEwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Dîwana Navnetewî ya dadweriyê duh sêşemê ragihand ku şikayeta Îranê ji Amerîka li vê dîwanê hate qeyîdkirin

Dîwana Navnetewî ya dadweriyê duh sêşemê ragihand ku şikayeta Îranê ji Amerîka li vê dîwanê hate qeyîdkirin.

Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Muhemed Cewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê pêştir li tora xwe ya civakî ya Tewtter`ê ragihandibû ku wî li dîwana navnetewî ya dadweriya cîhanî ji Amerîkayê şikayet kiriye.

Behram Qasimî berdevkê wezareta karên derve yê Komara îslamî ya Îranê bal kişande ser şikayeta Muhemed Cewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê ji Amerîka û got: Bona bersivdayîna bo kiryarên neqanûnî yên Amerîka dijî Îranê yên wekî boykotên dijî welêt; wezareta karên derve bi hevahengiya saziyên din ên welêt ji Amerîkayê şikayet kir û naveroka vê şikayetê jî ji ber vê yekê ye ku Amerîka soz û qirarên navnetewî û bitaybet peymanama dostanî û peywendiyên abûrî û hiqûqa konsûlî ku li sala 1955 ev peymanama hatiye pejirîn , berçav negirtiye.

Qasimî ragihand: Piştî ku wezareta karên derve ya Komara îslamî ya Îranê bi parêzer û mişêwirên hiqûqî va şêwirî , ev şikayeta hate kemilandin û li 16 Tîrmehê ev şikayeta gihêşte Dîwana Navnetewî ya dadweriyê.

Qasimî ragihand ku li şikayeta Îranê hatiye destnîşankirin ku Amerîka bi boykotên ducarî yên navokî dijî Îranê xalên 4, 7, 8, 9 û10 peymanama dostaniyê binpê kiriye û pêwîst e xisarên ku li Îranê ketine bicebirîne.

Peymannama Dostaniyê li 15 tebaxa sala 1955 di navbera Îranê û Amerîka hatiye îmzakirin.

Başa dön tuşu