CîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Ruhanî bi minasibeta hilketina meha rojiyê peyamên pîrozkirinê ji serokên welatên Îslamî re şand

Serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Ruhanî bi minasibeta hilketina meha rojiyê (Remezanê) peyamên pîrozkirinê ji serokên welatên Îslamî re şand

Malpera ragihandinê ya serokomariya Îranê  diyar kir ku Hesen Ruhanî li peyamên cuda cuda ji bo serokên welatên misilman hatine meha Remezanê li wan pîroz kir û diyar kir ku welatên îslamî di vê meha pîroz û bi rehmet û dilovan de bi mînakkirina ayetên Qurana pîroz li riya evditî û biratî û nêzîkbûna li Xwedê teala gavan bavêjin û bi bereketa vê meha hêja aştî û aramî li her derekî cîhanê damezire.

Ruhanî herwiha got: Remezan meha azadiya can, meha evîndarî û îrfanê û meha sekinîna ser soz û peymanê ye û ev meha derfeteke ji bo misilmanan da ku ji vê mîvandariya Xwedê teala îstifade bikin .

Îro sê şemê li Îranê û hin welatên din ev roj wek roja yekem a meha Rojiyê ye.   

Başa dön tuşu