CîhanEfrîqaNûçe

Dizên heywanan bi çekan êrişî eşîra koçer kir: 40 kuştî û 19 birîndar

Li eyaleta Jonglei ya Sudana Başûr dizên heywanan bi çekan êrişî eşîra koçer ku çêlek xwedî dikirin kir. Li gorî agahiyên destpêkê di êrişa çekdarî de 40 kes hatin kuştin, 19 kes birîndar bûn û gelek jin û zarok jî hatin revandin.

Wezîrê Enformasyon ê eyaleta Jongleiyê Jacob Akech Dengdit di daxuyaniya xwe de got: “Grûba çekdar ku ji eyaleta Bomaya cîran hatibû li bajarê Duk Padiyatê di hewldana diziya çêlekan de 40 kes kuştin, 19 kes birîndar kirin û gelek jin û zarok jî revandin. Kesên çekdar zêdetirî hezar çêlekî jî xesp kirin. Hikûmet dixwaze di nava grûban de aştiyê mayînde bike, lê çeteyên ku ji eyaleta Bomayê tên felakete rast dikin.”

Gengeşiya navbera eyaleta Jonglei û Bomayê ji meha gulana sala borî ve didome. Di navbera herdu eşîran de gelek caran bûyerên şer û pevçûn, diziya heywanan, revandina jin û zarokan diqewime û ev bûyer dibin sedema neyartiya navbera herdu eşîran. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu