EwropaMafên MirovanNûçe

Li Swîsreyê erîşî ser mizgeftê kirin: 3 birindar

Hat ragihandin ku li bajarê Zurih ê Swîsreyê êrîşek li ser mizgeftekê pêk hatiye û birîndar hene.

Li bajarê Zurîh ê Swîsreyê 20ê Berfanbarê êvarê êrîşek li ser mizgeftekê pêk hat û dengê çekan hat bihîstin. Li gor ragihandina polîsên Zurîhê li mizgefta ku êrîş li ser pêk hatiye, li ser kolana Bahnhof a nêzî termînala trênê ye û penaberên ji Somalîyê tê de hebûn.

Polîsan ragihand ku kes di nav mizgeftê de 3 kes birîndar bûne û tedewîya birîndaran jî li nav mizgeftê berdewam dike. Herwiha termê kesekî jî li nêzî mizgeftê hatiye dîtin, lê nehatiye piştrastkirin ku di encama êrîşê de ew kes hatibe kuştin. Piştî vê bûyerê tedbîrên ewlekariyê hatin zêdekirin û kontrolên li ser deriyên sînoran hatin zêdekirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu