CîhanEwropaNûçe

Dora duyem ya dengdana hilbijartinên Fransa dest pê kir

Dora duyemîn ya hilbijartina serokomarê/a Fransayê îro danê sibê dest pê kir. Du namzed li ser kursiya serokomariya hevrikiyê dikin.

Îro danê sibê saet 08:00 (saet 09:00 bi dema Kurdistanê) dora duyemîn ya dengdana hilbijartina serokomarê/a Fransa dest pê kir. Dengdan dê li hinek deveran saet 19:00 (20:00 bi dema Kurdistanê) û li hinek deveran jî saet 20:00 (21:00 bi dema Kurdistanê) xilas bibe.

Tê texmînkirin ku îşev serokomarê/a nû yê/a Fransa kifş bibe lê encamên fermî dê roja 11 vê mehê bên eşkerekirin.

Du namzed di dora duyem de hevrikiyê dikin: Emmanuel Macron (Êmanoêl Makron tê xwandin) û Marine Le Pen (Marîn Lu Pên tê xwandin)

Di dora yekem de, ku 11 namzedan hevrikî dikirin, Macron %24 û Le Pen jî %21.30 dengan bi dest xistibûn û derbasî dora duyem bibûn.

Macron wek kesekî lîberal tê nasîn û Le Pen jî wek keseka tund û radîkal tê nasîn.Li gorî anketan, şansê Macron ji şansê Le Pen zêdetir e.

Dora yekem ya hilbijartinên serokomariya Fransa roja 23 Nîsana îsal hatibû encamdan. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu