ÎranNûçeRojhilatanavin

Dora Sêzdehem a Konfêransa Parlimanên welatên endamê Rêxistina Hevkariya Îslamî li Têhranê destpê bû

Dora Sêzdehem a Konfêransa Parlimanên welatên endamê Rêxistina Hevkariya Îslamî vê sibê bi beşdariya Hesen Rûhanî, serokkomar û Elî Larîcanî serokê meclisa şêwra Îslamî ya Îranê li Têhranê xebata xwe destpê kir.

 Li gorî rapora IRIB News`ê, li vê civînê serok û  alîkarên serokan û nûnerên 41 welatên  Îslamî beşdar bûne.

Dora Sêzdehem a Konfêransa Parlimanên welatên  endamê Rêxistina  Hevkariya Îslamî berêvariya çarşemiyê jî bi weşandina  daxûyaniyekê dê dawiyê bide karê xwe.

Rojên  şemî, yekşemî û duşemiya vê heftiyê ,  civînên  komîteyên  dayim  û pisporiyê û her wiha civata giştî ya  vê civînê  bi beşdariya nuner û karzanên  endamê Rêxistina Hevkariya  Îslamî hat lidarxistin.

Li civînên  pisporî û karzaniyê, her wiha komîtyên  cihanîn û  giştî hin behs û mijarin mîna  karûbrên siyasî  û peywendiyên  biyanî, mafên mirovan , jin û  karûbarên  malbatê, karûbarên  hiqûqî û  çandî , gotûbêja medeniyet û mezheban , karûbarên  aborî, jîngeh, beşdariya  jinan li  li parlemanên  welatên Îslamî  û her wiha amadekirina  reşnivîsa dawiyê ya civînê hatin hilkolandin.

Başa dön tuşu