NûçeRojhilatanavinSûriye

Dorpêça hêzgehekê li Sûriyê hat şikandin

Li gorî rapora ajansa fermî ya nûçeyan a Sûriyê, hêzên artêşa Sûriyê îro anku şemiyê, 21`ê Gulana 2016`an, li opêrasiyoneke nişkêvayî dorpêça hêzgeha kehrebayê ya Zareyê li parêzgeha Hemahê li rojavaya Sûriyê têkşikandin.

Li vêî opêrasiyonê 125 çeteyên Cebheya Nusreyê û Ehrarên şamê hatin kluştin û hejmarek ji wan jî birîndar bûn.

Li vê opêrasiyonê her viha 10 erebeyên çeteyan ji nav çûn û yekîneyên artêşa Sûriyê kontrola gişt nuxte û navendên girîng ên bakûr û rojhilata bajarokê Herbenefse li dorhêla başûrê Hemahê xistinedestê xwe.

Li dorhêla bakûrê Hemahê jî artêşa Sûriyê bi piştevaniya hêza hewayiya vî welatî êrîşên têrorîstan lis er navendên leşkerî yên vê navçeyê têkşikandin.

Li vê opêrasiyonê jî 25 çete hatin kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûn. Çend amor û erebeyên leşkerî yên têrorîstan jî hatin rûxandin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu