IraqNûçeRojhilatanavin

Azadiya Entîkexaneya Mûsilê ji lepên terorîstên DAIŞ`ê

Hêzên iraqî piştî azadiya balefirgeha navneteweyî ya Mûsilê, navenda eskerî ya El-Qezlaniyê û avahiya walîtiya Neynewayê, karîn ku Entîkexaneya Mûsilê jî azad bikin.

Piştî azadkirina Entîkexaneya Mûsilê ji lepê terorîstên  DAIŞê hat kivşkirin ku wan agir berdane her tiştên li nav vê entîkexaneyê an kavil kirine.

Terorîstên DAIŞê, agir berdane avahî, trimbêl û mal û milkên  xelkê da ku dûkela wê pêşiya dîtia  hêza hewayî ya artêşa Iraqê bigre.

Endamên DAIŞê beşeke zav ji şûnewarên  entîkî yên Entîkexaneya Mûsilê bi xwe re birine. Grûpa DAIŞê karê qaçaxa  şûnewarên kevnare  dikir û ji vê riyê derhateke baş hebû.  Seheng Ebdulemîr El-Muhemedewî ji yekînên  zerbetiye Iraqê li vê barê got : Entîkexaneya Mûsilê xwediyê şûnewarên  medeniyetên curbicur mîna Someriyan, Aşûriyan û Akidiyan bû ku kevnariya wan dighêje 5 an 6 hezar salan. Hin şûnewarên kiraltiya Îrana  kevnare jî li vê entîkexaneyê hebû.  Ev acara dudiyan e ku li kêmtir ji du dehekan, mîrata çandî ya Iraqê tê kavilkirin. Li sala 2003an hêzên  emerîkî bajarê dîrokî yê Babilê kavil kirin.  Azadkirina Entîkexaneya Mûsilê serketineke  mezin  jibo hêzên iraqî û işkesteke  giran jibo terorîstên DAIŞê ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu