NûçeRojhilatanavinSûriye

Dorpêçkirina têrorîstên DAIŞ`ê li meydana niftê ya Al Hîl li Sûrîyê

Artêşa Sûrîyê hejmarek têrorîstên DAIş`ê li bakûra rojhilata Tedmurê dorpêç kirine.

Li gorî rapora ajansa nûçan a fermî ya Sûrîyê (SANA) yekîneyên artêşa Sûrîyê bi hevkarîya hêzên berxwedanê hejmarek têrorîstên DAIŞ`ê li meydana niftê ya Al Hîlê li parêzgeha Humsê dorpêç kirine.

Di vî halî da, artêşa Sûrîyê êrişî çeperên têrorîstên DAIŞ`ê li gundê Al Beglîyê kir û hejmarek têrorîst kuştin.

Balafirên cengê yên artêşa Sûrîyê jî çeperên têrorîstên DAIŞ`ê li deverên Al Sorde, Badîye Tîm û taxên Ruşdîye û Hewîqê dan ber bombeyan ku di encamê da gellek têrorîst hatin kştinê û bi dehan kes jî birîndar bûn.

Başa dön tuşu