CîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Dosîya bûyera lihevketina tankêr û otobûsê li Sinê hat amadekirin

Dozgerê giştî û inqilabê yê Sinê got: Li gorî raporên berayî, dirrîna şîlenga tormiza tankêrê hegera sereke ya bûyera lihevketina tankêra hilgirê ardûyê û otobûsê bûye ku ev yeka tê hilkolandin û dosîyeyeke dadwerîyê jî ji bo vê qezayê hatîye amadekirin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Ekber Coherî îro li koma nûçegihahan got: Di vê bûyerê de ajo û alîkarê wî filitîne lê mixabin ajoyê tankêrê û hejmareke zêde ya rêwîyên otobûsê canê xwe ji dest dane.

Dozgerê giştî û inqilabê yê Sinê herwiha got: Tankêra hilgirê ardûyê îranî ye û gotegotên di vî warî de derew in.

Berpirsê peywendîyên giştî yê Pizişkîya Dadê ya Sinê jî ji ajansa nûçan a IRNA`yê re got: Cenazên gorîyên vê bûyerê li Nexweşxana Kewserê tên ragirtin û hela radestî Pizişkîya Dadê nehatine kirin.

Ebdulah Ehmedî herwiha got: Pizişkên vê navendê têsta DNA`yê pêk tînin ta ku kesên di vê bûyerê de canê xwe ji dest dane bên naskirinê.

Di siet 12:30`yê nîvê şevê de tankêreke ardûyê li Sinê da ser otobûsa rêwîyan ku di encamê de 11 kesan canê xwe ji dest dan û 7 kes jî birîndar bûn.

Şarezayên Polîsên Hatin û Çûyînê ragihandin ku pirsgirêka li sîstema tormiza tankêra ardûyê û karnekirina wê hegera sereke ya vê bûyerê ye û bûye sebeb ku tankêr bi awayekî giran xwe li pişta otobûsê bide û agir berbe otobûsê.

Başa dön tuşu