ErebîstanÎranNûçeRojhilatanavinYemen

Dosiya giran a Emerîkayê derheq şandina çek û sîlehan bo destdirêjkiran li Yemenê

Behram Qasimî berdevkê wezareta karên derve ya Îranê li berteka li hember gotinên rayedarekî wezareta berevaniyê ya Emerîkayê ku li hin medyayê emerîkî deng veda û têde îdia kiribûn mûşeka ku  hêzên Ensarullaha Yemenê pê gemiya îmaratî têk biribû ya Îranê bûye ev îdiaya red kir û got : Tevî ku  zêdetirî sal û nîcvekê ser dorpêçkirian Yemenê derbas dibe  û heta gihandina  alîkariyên mirovhezane  bo gelê vî welatî bi gelek pirsgirêkan re rûbirû ye lê emerîkî hin îdiayayn  dixin rojevê ku xêncî mukirhatina li lawaziya wan û hevpeymanên  wan li hember gelê bêsitar ê Yemenê tu wateyek xwe tine.

Qasimî got: Ev îdia li halekê dikeve rojevê ku bêguman li kuştina bi hezaran  yemeniyên bêguneh û têkbirina binvahiyan li Yemenê û êrişa ser nexweşxanan û xwendingehên  vî welatî balfeir û çekên kîmyyaî tên bi kar anîn û heta piştî cinayetên cengê û li dijî mirovahiyê li Yemenê firotina  çekan bo Erebistanê didome.

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê destnîşan kir: Baştir e  emerîkî ku bixwe dosiyeke  pir giran li şandina  çek û sîlehan bo destdirêjkiran li êrişa ser Yemenê hene bi xelaskirian xwe yên din tawanbar nekin.

Erebistanê bi hevkariya  hin welatên erebî yên navçê û bi hevrêtiya Emerîkayê ji Adara 2015an  êrişên berfireh ser Yemenê destpê kirine ku li encama  van êrişan bi hezaran  yemenî hatine kuştin an  birîndar bûne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu