NûçeRojhilatanavinSûriye

Dosyeya têrorîstan li bakurê Humsê hat girêdanê

Navenda Aştiyê ya Rûsiyê li Sûriyê qala derketina 35 hezar û 270 têrorîstan hevrê digel malbatên wan ji navçeya Kêmkirina Kêşeyê li bakurê Humsa Sûriyê kir ku bi vî awayî dosyeya têrorîstan li vê parêzgehê hat girêdanê.

Li gorî rapora IRNAyê, Serokê Navenda Aştiyê ya Rûsiyê li Sûriyê, Yûrî Yotoşînko her wiha got: Ev kes di heyama heft heta 15ê Gulanê ji derbasgehên nêzikî El resten, El Qentere û Til Bîseyê li parêzgeha Humsê derketine.

Serokê Navenda Aştiyê ya Rûsiyê li Sûriyê bi bîr xist: Navenda Aştiyê ya Rûsiyê li Sûriyê pêvajoya derketina têrorîstan ji navçeyê dê bikemilîne û ewna bo parêzgeha Idlibê li bakurê Sûriyê tên veguhestin.

Serokê Navenda Aştiyê ya Rûsiyê li Sûriyê her wiha got: Vegeriyana awareyan bo malên xwe didome û heta niha 221 aware vegeriyane ser mal û warê xwe li parêzgeha Humsêî û 103 aware jî di heyama 24 saetyên bihurî da vegeriyane Xûteya Rojhilat.

Li vî halî, helîkopterên artêşa Sûriyê lis er gund û bajarên parêzgeha Derayê li başûrê vî welatî hin daxûyanî û daanezan belav kirin ku têda ji kesên têrorîst hatiye xwestin ku çekên xwe daynin erdê û tevlî pêvajoya Aştiya Neteweyî bibin.

Qeyrana Sûriyê ji sala 2011an va bi êrîşa berfireh a komên têrorîst ên bin sîvana piştgiriya Erebistan, Amerîka û hevpeymanên wan ji wan Tirkiyê bi mebesta guhertina hevsengiyên navçeyê li ser xêr û qazanca Rêjîma Siyonîst dest pê bûye. Hêzên sûrî bi alîkariya hêzên Bereya Berxwedanê di mehên dawî da karîne derbên giran li têrorîstan xînin.

Başa dön tuşu