CîhanEfrîqaNûçeRojhilatanavin

10 mîlyar euroyê Kaddafî wenda ye

Kovara Belçîkayê ya bi navê Le Vif nivîsand ku di dema Kaddafî de, perê ku rejîma Kaddafî bo fonan veqetandibû û di bankayên Belçîkayê de bûn, ji wan hesaban 10 mîlyar Euro wenda ye.

Di kovarê de hat ragihandn ku di banka Belçîkayê de ya bi navê Euroclear Bankê de, di şîrketên ku bi vê bankayê ve girêdayîne, ji wan di du şîrketan de, ji 4 hesabên Lîbyayê 16 mîlyar euro, di sala 2011an de hatiye cemidandin.

Belçîka, di sala borî de xwestiye dest deyne ser hesabên ku hatine cemidandin lê dîtine ku di hesaban de tenê li dora 5 mîlyar Euro pere maye. Dozgeriya Belçikayê ji bankayê rêjeya hesaban xwestiye û di derbarê pere yên wenda de lêpirsîn daye destpêkirin.

Berya sala 2011an Lîbya, petrola xwe difrot derve lê piştî ku Neteweyên Hevgirtî biryara dorpêçê bo Lîbyayê da, dest danîbûn ser 60 mîlyar dolarê Lîbyayê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu