CîhanErebîstanMafên MirovanNûçeRojhilatanavin

Dozgeriya Erebistanê: Meytê Qaşuqçî hatiye pirtîpirtîkirin

Dozgerê giştî yê Erebistanê îro encamên lêkolînên li bara dosiya kuştina Cemal Qaşuqçî, rojnamevan û rexnegirê siûdî li konsûlxana Riyazê li Stembolê raghandin.

Li gorî rapora ISNA`yê, Şellan Şellan,alîkarê dozgerê giştî yê Erebistanê got: 21 kes têkildarî vê dosiyê hatine girtin, 11 kes ser  bi dayîna fermanê û desthebûna li operasyona kuştina wî tawanbar bûne ku 5 kes ji wan kesana  bi tawana desthebûna  li vê cinayetê cezaya îdamê ji wan re hatîye kivşkirinê.

Wî her wiha diyar kir: Ehmed Esîrî, alîkarê berê yê Rêxistina Îstixbarat Erebistanê ku serokê tîma muzakirekir, berpirsê vegerandina Qaşuqçî ji Stembolê bû,  gotibû ku ger ev razî nebe vegere, dê fermana kuştina wî bide. Wî tîmeke  panzdekesî bona vegerandina Qaşuqçî pêk anîbû ku sê komên muzakirekir, îstixbaratî û locêstîk bûne. Wî  bi kesekî re li Tirkiyê bona  amadekirina cihekî ewleh bona guhestina Qaşuqçî peywendî hebûye. Ev kesa piştî ku agehdar bûye muzakirên bi Qaşuqçî re işkest xawrine, biryara kuştina wî daye.

Li gorî gotina wî, encama lêkolînan nîşan daye  ku meytê Xaşuqçî piştî pirtîpirtîkirina  bi destê 5 kesan ji konsûlxanê hatiye derxistin û li Stembolî radestî kesekî hatiyekirin. Ev tîma ji aliyê 4 kesa va  piştgiriya locêstîkî bûye.  Me wêneyek ji  vî kesî peyda kiriye ku em dê bidin destê Enqerê.

Di hemen demê de wezîrê karên derve yê Tirkiyê got: Rewş guheriye,bila lêkolînên navneteweyî li bara Qaşuqçî cih  werin.

Başa dön tuşu