IraqNûçeRojhilatanavin

Du êrîşên DAIŞê hatine têkbirin

Hêzên Heşda Şeibî ji rojavayê Mûsilê ve, hêzên artêşê jî ji başûr ve êrîşên DAIŞê têk birin. Li gorî agahiyan DAIŞê di van êrîşan de darbeyên giran xwariye.

Çavkaniyekê ji nivîsîngeha ragihandina rêxistina Bedirê ragihand; “Hêzên Heşda Şeibî îro (20/12/2016) li nêzîkî firokexaneya Tieleferê êrîşekê çekdarên DAIŞê şkînandin. Di encama pevçûnan de zêdetirî 10 çekdaran hatine kuştin û 3 otomobîlên leşkerî yên DAIŞê jî hatine têkbirin.”

Ji aliyê din ve hêzên ewlekariya Iraqê li gunde Zibe ya Başûrê Mûsilê, êrîşekê çekdarên DAIŞê şkînand.

Polîsên Federal ên Iraqê jî ragihand, ku serbazgeha Xezlan a Mûsilê bi tundî hatiye topbarankirin.

Roja 17ê Cotmehê operasyona Mûsilê dest pê kir. Heta niha Artêşa Iraqê 40 taxên rojhilatê bajêr kontrol kirine.

(BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu