NûçeRojhilatanavinSûriye

Du Gorên Komkî li rojavaya Reqayê hatine kifşkirin

Bingehên sûrî ji kifşbûna du Gorên Komkî li rojavaya Reqayê xeber dan ku meytê kuştiyên bi destê terorîstên DAIŞ`ê li van du gorran hatine veşartin.

Li gor rapora ajansa fermî ya Sûriyê (Sana), qumendekî artêşa vî welatî ragihand ku piştî artêşê aliyê rojavaya Reqayê ji destê terorîstên DAIŞ`ê azad kir, kesên ku li wê dijiyan gotin ku wan du Gorên Komkî dîtine ku terorîstan piştî kuştina xelkê, meytên wan di nav van du gorran da veşartine.

Vî qumandê artêşa Sûriyê ragihand ku ev du Gorên Komkî li nîzikiya bajarokê El-Wawî ye û operasiyona derxistina meytan jî çend rojan dê bidome.

Eva cara ewilê nîne ku di nav Sûriyê da Gorên Komkî peyda bûne û bicaran gorrên wiha di nav axa Sûriyê hatine kifşkirin.

Pêştir li derûdora Dêrazorê Goreka Komkî peyda bû ku terorîstan meytê 230 kesan di vê gorrê da veşartibûn ku para pirtire van kuştiyan yê eşîreta El-Şeyîtat bûn.

Artêşa Sûriyê li havîna 2017 aliyê başûr û rojavaya Reqayê ji destê terorîstan azad kirin.

Başa dön tuşu