NûçeIraqRojhilatanavin

Du hefte muhletê ji bo qutkirina hevkariya bi Tirkiyê re ji grûpeke Iraqî

Grûpeke çekdar a nenas li Iraqê du hefte muhlet daye hemû aliyên pêwendîdar ku hevkariya xwe bi şîrketên Tirkiyê re bi dawî bikin.

Tabûra Ensar El-Hak el-Vataniye (Parastgirên Mafên Netewî) xwe pênase dike û di daxuyaniya xwe de diyar kir ku di dawiya dema diyarkirî de dê berjewendiyên Tirkiyê bibin hedef.

Komê da zanîn ku piştî dema diyarkirî ew ê kesên ku bi şîrketên Tirk re hevkariyê dikin weke dijminên welat û xayin bi nav bikin.

Rêxistinê her wiha hebûna endamên PKK li axa Iraqê red kir û rêxistin wek “hêzên serhildêr” bi nav kir.

Başa dön tuşu