Du hêzgehên nû yên navokî wê bi zûtî li Îranê werin avakirin
Elî-Ekber Salihî, got, bi avakirina van hêzgehan, di salê de 22 mîlyon bermîl nift wê li Îranê were depokirin.
Wî bal kişand ser vê yekê ku mideha 10 salan ji bo avakirina van hêzgehan hatiye pêşbînîkirin û got, asta sedrmayedanîna van du hêzgehan 10 mîlyard dolar e.
Serokê Saziya Enerjiya Atomê ya Îranê, herwiha ji beşdariya Rûsiyê li avakirina van du hêzgehan agahî da û got: Li peymana hevkariya tev aliyên ûris, şiyana teknîkî ya pêşeyên navxweyî bona cihanîna vê planê, hatiye berçavgirtin.
Salihî bal kişand ser şiyanên Îranê di warê enerjiya navokî û herwiha got: Li gorî hewcedariya welêt û li çarçoveya dabînkirina berjewendiyên giştî di warên têkildarê enerjî, pêşe, cotyarî û pizişkiyê de, wê di 10 salên tê de hin krêdîtên taybet ji bo pêşeyên navokî terxan bibin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)