NûçeRojhilatanavinSûriye

‘Du leşkerên Rûsî li Sûriyê hatin kuştin’

Li gor daxuyaniya wezareta berevaniyê ya Rûsyayê li Sûriyeyê di encama êrîşa milîtanan de 2 leşkerên Rûsî jiyana xwe ji dest daye, yek jî birîndar bûye.

Di daxuyaniya wezaretê de hate gotin: “Li Komara Ereb a Sûriyeyê di encama êrîşa milîtanan de 2 leşkerên Rûsî mirin. Sedema mirina leşkeran teqîna mayinekê bû. Bijîşkên leşkerî ji bo rizgarkirina jiyana leşkerekî Rûsî yê di heman êrîşê de birîndar bî hewil didin.”

Her wiha hat destnîşankirin ku leşkerên profesyonel ên ku perwerdehiyê didin leşkerên Sûriyeyê û şêwirmendekî leşkerî di bin topbarana hawanan de man.

Li gorî daxuyaniyê leşkerên mirine dê werin xelatkirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu