NûçeRojhilatanavinYemen

Destpêbûna nû ya gotûbêjên aştiyê yên Yemenê li Kuwêytê

Gotûbêjên aştiyê yên Yemenê, piştî 5 rojan, sibeha îro duşemiyê li Kuwêytê ji nû ve destpê bûn.

Li gorî rapora rojnama El-Şerq Ul-Ewsetê, Ismaîl Weled Şêx Ehmed, nûnerê Rêxistina Neteweyên Yekgirtî li kar û barên Yemenê, piştî destpêbûna dewra nû ya gotûbêjên aştiya vî welatî, got, tevî pirsgirêkan, gotûbêjên li Kuwêytê, pirr baş pêşve diçin.

Nûnerê Rêxistina Neteweyên Yekgirtî (NY) li karûbarên Yemenê, hin îdiayên li bara xwetêkilkirina Îranê li gotûbêjên grûpên yemenî got: Îranî piştgirê gotûbêjên aştiyê yên Yemenê ne.

Şêx Ehmed, destnîşan kir: Ev gotûbêjane, derfeteka dîrokî bona bidawîanîna şerrê Yemenê ye ku heya niha di encama wê de 7 hezar kes hatine kuştin û 35 hezar kes birîndar bûne û 3 mîlyon kes jî aware bûne.

Ji aliyê din ve, Mihemed Evdiselam, berdevkê Taxima Neteweyî ya Yemenê li gotûbêjên Kuwêytê, bal kişand ser teqînên têrorîstî yên sibeha îro duşemiyê li Edenê û got, ev êrişên têrorîstî bona bê serûberiyên li hin navçeyên Yemenê bona destdirêjiya Erebistanê ser vî welatî, pêk hatine.

Evdiselam, mixabiniya xwe ji ber van êrişên têrorîstî nîşan da û pêgîrî kir ev êriş û bûyerên têrorîstî, bandora DAIŞ û El-Qayidê di nava rayedarên ewlehî û siyaîsî yên li hin navçeyên başûrê Yemenê nîşan dide ku ev yeka bi dû êriş û destdirêjiya Erebistanê ser Yemenê, pêk hatiye.

Sibeha îro duşemiyê di encama du teqînên têrorîstî li başûrê Yemenê de, 45 kes ji hêzên ser bi Ebde Rebe Mensûr Hadî, serokkomarê wêdebirî yê Yemenê, hatine kuştin û hin kes jî birîndar bûne (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu